Derheqê dezgeha navberiya xaniyan

Dezgeha navberiya xaniyan rêxistineke bajarî ye ku li seranserê herêma Stokholmê xaniyan ji xwediyên wan ên bajarî û taybet muamele dike. Em her sale bi qasî 20000 xaniyan muamele dikin, lê em xaniyan çênakin û xwediyê ti xaniyekî nînin.

Dezgeha navberiya xaniyan – Çawaniya xebatan

Hûn dikarin di dezgeha navberiya xaniyan de, lêgerîna xaniyên kirê yên li herêma Stokholmê bikin. Xanî bi rêya sîstema rêzê û li gor dema rêzê têne terxankirin. Ji bo daxwazkirina xaniyan, divê hûn di rêza xaniyan navê xwe tomar bikin.

Kî dikare nave xwe di rêza xaniyan de tomar bike?

Hemû kesên ku temenê wan ji 18 salan zêdetir be û hejmara wan a nasînê ya taybet (personnummer) an hejmara hemahengiya (samordningsnummer) Swêdê hebe, dikarin rêza xaniyan de navê xwe tomar bike. Girîng nîne bê ka li kuderê dijîn an berê malên wan hebûne yan na. Hûn ê piştî tomarkirina navê xwe, bikevin rêzê. Piştre hûn ê bikarin lêgerîna xaniyan dest pê bikin û eleqeya xwe ji bo xaniyên taybet tomar bikin. Pereyê cihgirtina di rêzê de, ji bo her salekê 200 kron e.

Cureyên xaniyan

Di dezgeha navberiya xaniyan gelek cureyên xaniyan hene. Piraniya wan dikarin ji hêla hemû kesên di rêza xaniyan de werin daxwazkirin, lê hinek xanî tenê ji bo hin grûpên taybet hatine terxankirin.

  • Malên xwendekaran: Ji bo kesên ku di zanîngeh an asta pêş zanîngehê de dixwînin.
  • Malên ciwanan: Tenê ji bo kesên di navbera 18 heya 25 salan de.
  • Malên extiyaran: Ji bo kesên ji 55 salan û zêdetir.
  • Peymannameyên demkurt: Peymannameyên bi demên kurt ji bo mayînê hatine nivîsandin. Eger tu peymana demkurt wergirî, dema te ya mayî dê were parastin

Bi awayê çalak li pey xaniyan bin

Divê tu bi xwe di malpera me de li pey xaniyên vala yên reklamkirî bigerî. Di hemû reklaman de agahiyên tam li bara xanî û şert û mercên xwediyên male hene. Dema tu daxilî sîstemê dibî, dikarî eleqeyên xwe rasterast di wê reklamê de tomar bikî. Tu her çiqasî çalakî bî, ewqasî şansê te yê ji bo peydakirina xanî zêdetir be.

Çiqas dem dibe heya tu xaniyekî peyda bikî?

Dema peydakirinê girêdayî gelek sideman e, bi taybet cihê ku dixwazî lê jiyan bikî û pereyê îcareya ku tu dikarî bidî. Navgîna dema peydakirinê 9 sal e, lê dibe ku kêmtir an zêdetir be. Dema peydakirina xaniyên li navenda Stokholmê û derdora navendê, li hember herêmên derveyî herêma bajêr, zêdetir e.

Dorpêşdebirin: Eger belge û sedemên te yên tendirustî û civakî hebin, dikarî ji bo cihgirtina di rêza yekem de daxwazê bikî. Tevî vê yekê jî, pir kêm kes hene ku şert û mercên wan ên wergirtina mafê dorpêşbirinê hene.

Em çawa dikarin xaniyekî bigirin

Tu yê li vir gav bi gav çawaniya girtina xaniyan bi rêya me bibînî. Ji bo daxwazkirina xaniyan, destpêkê divê weke daxwazkar navê xwe tomar bikî. Tu yê navê xwe di malpera me de tomar bikî û divê koda elektronîkî bi kar bînî. Eger koda te ya elektronîkî tinebe, tu dikarî bi xizmetguzariyên mişteriyên me re pêwendiyê bigirî da ku di warê navnivîstandinê de alîkariya te bikin. 

1. Lêgerîna xaniyan

Tu dê di reklamên beşa Lediga bostäder (Xaniyên heyî) ya malpera me de, bi xwe lêgerînê bikî. Tu dikarî lêgerîna xwe li gor vebijêrkên cida sînordar bikî da ku bi rehetî bikarî tenê xaniyên ku li gor xwestekên te ye, bibînî. Ji bo tomarkirina eleqeya divê destpêkê derbasî nava sîstemê bibî. Di beşa Rûpelên min de dikarî pêvajoya daxwaza xwe bişopînî. Xanî bi piranî bi qasî 3-7 rojan têne reklamkirin.

2. Biçe civîna nîşandanê û eleqeya xwe piştrast bike

Eger tu ji wan kesan bî di nava eleqedaran de herî zêde di rêza bendewariyê de mayî, piştî bidawîbûna dema daxwazê, tu yê dawetnameya nîşandarê wergirî. Hinek xwediyên xaniyan ji kesên ku xaniyên wan kirê dikin, dixwazin ku berî îmzekirina peymanê, male bibînin. Ji ber vê yekê xwendina rêzik û şert û mercên têkildarî xaniyê ku tu dixwazî, girîng e.
 
Piştî dîtin û serlêdanê, divê tu piştrast bikî ka gelo hê wî xanî hez dikî yan na. Rêya herî hêsan ji bo vî karî ev e ku bi rêya Mina sidor (Rûpelên min) bikî û tê de bi vebijêrkên erê yan na bersiva pirsan bidî.
 
Hin caran mumkin e ku çend vebijêrk, bi taybet ji bo xaniyên nû, li hember te bin. Wê demê divê tu eleqedariyên xwe li pey hev rêz bikî û bidî diyarkirin. Dîroka bersiva dawîn di dawetnameya nîşandanê de hatiye diyarkirin.

Nîşe: Hin xwediyên xaniyan derfeta nîşandanê nadin. Wê demê divê li gor agahiyên ku di reklamê de hene biryarê bidî ku gelo xanî dixwazî yan na.

3. Pêşniyara xanî û belge

Eger şert û mercên xwediyê male bi te re hebin û xwediyê dema herî dirêj a bendewariyê bî, tu yê pêşniyareke xanî bi rêzikên merheleya din wergirî. Piştre divê belgeya xwe ya erêkirina agahiyên xwe bişînî. Lewre divê tu piştrast bî ku agahiyên te di Mina sidor (Rûpelên min) de (agahiyên telefon, dahat, xwediyê kar û hwd.) hatine birojkirin.

4. Peymanê îmze bike

Piştî ku te belgeyên xwe şandin û erê kirin, em ê agahiyên te ji bo xwediyê male bişînin û te weke îcarenişîn pêşniyar bikin. Eger xwediyê malê te qebûl bike, hûn dikarin peymanê îmze bikin. Piştî îmzekirina peymanê, dema te ya bendewariyê dîsa were eyarkirin, lê heya dema ku pereyê salane radest bikî, tu yê bi awayê otomatîk di nobetê de bimînî. Hin caran tu bi xwe dikarî dema xwe ya bendewariyê biparêzî. Ev derfet wê demê heye ku peymana te têkildarî yek ji cureyên xaniyên jêr be:

  • Malên extiyaran
  • Malên xwendekaran
  • Malên ciwanan
  • Peymannameyên demkurt

Mina sidor (Rûpelên min)

Di Mina sidor (Rûpelên min) de, tu dikarî xaniyên ku te eleqeya xwe li wan daye diyarkirin, bibînî. Her wisa tu yê tê de hin agahiyên li bara dema bendewariyê, pereyê salane û birojkirina agahiyên xwe yên şexsî bibînî. Ji bo derbasbûna nava Mina sidor (Rûpelên min), dive têketinê bikî.

Têketin

Rêya herî hêsan û ewle ji bo têketinê, bikaranîna IDyên elektronîkî (BankID yan Freja eID) ye. Eger IDya te ya elektronîkî tine, tu dikarî bi adreseke e-name û şîfreyekê, hesabeke ji xwe re çêkî.

Têkilî

Kundservice
Telefon: 08-785 88 30
Meyl: kundservice@bostad.stockholm.se

Post
Bostadsförmedlingen i Stockholm AB
Box 7026
121 07 Stockholm-Globen