Rûpelên min (Mina sidor)

Rûpelên min (Mina sidor) Cihek e ku tu dikarî apartimanên ku te tomar kirine, bişopînî. Her wiha tu dikarî hin lêzanînan derbarê heyama dora xwe û mesrefa salê peyda bikî û lêzabnînên xwe yên kesane biroj bikî. Jibo bidestxistina Rûpelên Min (My pages) divê têkevî nav malperê

Derbasbûna nav sîstemê

Rêya herî hêsan û ewleh jibo têketinê bikaranîna Koseya Banka Elektronîk û Pergala naskirinê ya (Bank-ID) ye. Heke te Koseya bankê (BankID) tuneye, dikarî hesabekê şêbikî ku derfeta têketinê bi adresa Email'ê û şîfreyê dide.

Têketin ji bo şopandinê:

Her cûre apartimana taybet ku meraq dikî, dikarî tomar bikî.

Heyama dora min çiqas e?

Rêveberiya daxwaza te Daxwazên niha û yên berê

Mesrefa Salê – Gelo hatiye raberkirin?

Her wiha tu dikarî lêzanînên xwe yên têkilîgirtinê biroj bikî da ku em rihettir bikarin bi te ra bikevin têkiliyê.

Vexwendnameya Seredanê

Heke tu xwedanê dora herî dirêj a mala tomarkirî jibo apartimaneke taybetî, emê vexwendnameya seredanê jibo te bişînin. Hemî hûrgiliyên seredanê di "Rûpelên Min" (My Pages) li ber dest in. Piştî nirxxandinê here "Rûpelên Min" (My Pages) û heke hîn jî apartimanê meraq dikî, wê piştrast bike.

Birojkirina lêzanînên te

Tu dikarî lêzanînên xwe yên kesane weke derhat û lêzanînên têkilîgirtinê biroj bikî. Piştrast be ku em hem Email û hem hejmara telefona te ya destan bi dest bixin da ku bikarin li ser mijarên weke nirxandina Vexwendnameyê, pêşniyar û lêzanînên din ên girîng bilez bi te ra bikevin têkiliyê.

Heyama dora Malê û Mesref

Di rûpela yekem ji "Rûpelên Min" (My Pages) da, tu dika rîheyama çaverêtiya xwe bibînî, yanî ji kengêva di rêza libendêmana Malê da bûyî. Her wiha heke te mesrefa dorgirtin û libendêmanê daye, dikarî wê bibînî û eva ku kengê rêzikhisaba herî dawî ya dora Malê jibo te hatiye şandin.

Daxwazkerên hevpar

Tu dikarî bi rêya "Rûpelên Min" (My Pages), daxwazkerê hevpar zêdebikî, yanî kesê te dil heye pê ra bijî. Başitiya zêdekirina daxwazkerê hevpar ji ber vê yekê ye ku hinek ji xwediyên malan vê derfetê didin te ku derhata xwe digel kesekî din bikî yek. Di hin babetan da, renge destûr ji daxwazkerê hevpar ra were dayînê ku navê wî/wê têkeve nav girêbestê.