Ajansa Mal û Meskenê ya Stokholmê – Şêwaza Xebatê

Apartiman li gorî dema libendêmanê di rêza bicihbûnê da, tên terxankirin. Jibo daxwaza apartimanê, destpêkê divê di dora Mal û meskenê da navê xwe tomar bikî.

Çi kes dikarin di dora malê da navê xwe tomar bikin?

 

Kesên mezintir ji 18 salî ku hejmara wan naskirinê ya Swêdî (personnummer) an hejmara hevahengiyê(samordningsnummer) hene, dikarin di dora wergirtina malê da navê xwe tomar bikin. Girîng nîne ku tu li ku dijî an eva ku te pêştir apartman hebûye. Dema dor anku nobeta te derderm piştî navnivîsandinê destpê dibe û dema ku tu navê xwe tomar dikî, dikarî lêgerîna jibo mala ku lê digerî destpê bikî. Mesrefa (Pereyê) nobeta Mal û meskenê her salê 200 Kron (SEK) e. 

Cûreyên mal û meskenê

Tu dikarî li cûreyên malan bigerî û bi riya Ajansa Mal û Meskenê ya Stokholmê girêbestekê girê bidî. Heke tu xwendekarî an li navendên bilind ên teknîkî û pêşeyî mijûlî wergirtina perwerdehiyê yî, dikarî jibo wergirtina mala xwendekaran bikevî tevgerê. Heke temenê te di navbera 18 û 25 salî yî, dikarî jibo mala xortan bikevî tevgerê. Heke temenê te zêdetir ji 55 salî ye, bicihkirina taybet jibo welatiyên temendirêj hatiye berçavgirtin. Girêbestên demkurt îmkana bicihkirina demkî di heyama ku di dor û nobeta mal û meskenê yî, dabîn dikin.

Çalak be.

Lêgerîn û tomarkirina apartimana vala ya ku dixwazî li nav reklamên malpera me dê li ser ustiyê te bixwe be. Reklam pêkhatî ji lêzanînên deqîq derbarê cihê mayînê, hevrê digel şert û mercên Kirêdar jibo kirênişînê ihtimalî ye. Dema ku dikevî nav malperê, dikarî apartimana ku dixwazî ku te bi rêya reklamê peyda kiriye, tomar bikî. Ji bîr neke ku her çiqas ku di lêgerînê da zêdetir çalak bî, te yê şanseke pirtir jibo peydakirina apartimanê hebe.

Wergirtina apartimanê dê çiqas dem bibe?

Heyama dora te ya Malê girêdayî bi çend hokaran ji wan cihê ku dixwazî lê bijî û cûreya Kirê ku dixwazî bidî ye.

Pirraniya xelkê dema ku apartimanekê kirê dikin navbera 7 heta 11 salan di nobetê da dimînin, lê ev dem dikare leztir an hêdîtir ji vê yekê jî be. Bi giştî, jibo apartimana ku li navenda bajêr an derdora navendê ye, te hewcetî bi demeke zêde jibo libendêmanê heye, pêka Malekê ku li derveyî navenda bajarê Stokholmê ye.

Lêzanînên zêdetir